Di sala 1972’yan de li Heramya/Dêrika Çîyayê Mazî/Mêrdîn ji dawa dêya xwe ket. Dibistana seretayî li Heramya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Niha li Îzmîrê dijî. Zewicî ye. Bavê du lawan e. Ligel çîrok û romannûsîyê, ceribînan jî dinivîsîne.
Çîyayek, bêdengîya xwe bêdeng bi çîyayê miqabilî xwe re parvedike:
Wellehî, heke ez çîyayek bûma ji çîyayên dewleta heywanan, wê ji dêvla bombeyan dar û gul li min biçandina.
Kovan Baqî di Aporîa de. Pilekanê edebiyatê, a bilind de pêşiya xwenîneran diçe û dizivire destê xwe dirêjî wan dike. Ji bo wan, piyekî hevraztir hilkişine. Di wê valahiya bê dawî de tirsa xwêneran, disa niviskar radike. Xwîner bi niviskar guman dibin û wê pilekana edebiyatê livo-livo hevraz dibin.
Mirov dikare Aporîa yê di gelek cureyên edebiyatê de bihesibîne lê bawerim hêla wê/î a sereke cureya jêrzemîn e. Edebiyata Kurdî de berhemeke di edebiyata jêrzemîn, yekem berhema ku min xwendî Aporîa ye.
Aporîa de. Kes,buyer,mekan nepenê ne. Niviskar xwestiye bikeve binhişiya xwêner; -Min gotina xwe got vaye li vir.Êja xwînner bila zênde ka binhişiya wê/wî kî aliva diçe.
Zimanek xweş û dewlemend.Nerîneke kur, li ser civakê bi çavên xwebûnke xweser û bi şeyesandinê sosret va .Di oqyanûsa tunebunê de, dike ku hebûna kesê/î keşf bike.Ev kes anjî hêçkes nûjen e, pir zaneye. Gerîna xwe di nava taybetiyên erdnigariya xwe mît û diroka xwe de digere.Heta gerîna xwe a welidandine di pêşa Semîrsamis û Kanlanû, Derdesta û Enkî de digere .Tekîliya kes û malbatê ên zeyendî destnîşan dike. Û bandora ku ser kesan û ser civatê eşkere dike.Kes bi Hebûn û tunebûna xweve di bin destarê civat û malbatê de ye .