kilamek biavêje ser meqsed û miradê bîra xwe
bêj ji bîrê bêtir me ava xwe kişand binhişê xwe
te dît ewr ditengijin li jor ji bo bîrê
digrîn dibuşkuvin ji hev lew tirş dimînin încas
bi bîna metroyê dikevin diçikin kanî
pirr in navên te hew tên bîra min lê yek bes e
ez ê bi peyatî biçim bi vingeving xwe wer bikim wê kewarê
heriya min di destê vatmanê kor de pelq û pelq e
tahtê dilê wan tekûz e ewrê te li kû nin
bîra min tî ye şil nabe zimanê wê xêra xwe hinek li bîrê xe
bêj çima pêplûk wek kilora marê reş li ser dilê min
girhebeş li dawiya metroyê kevirên xwe germ dike ha
di serê wan nede dasên wan zengarî ne billeh
na hêsanê xwe nadim bi wê tabîrê ez ê wî milê sor kaş kim
bihêle ez ê piçek şerm bikim jixwe ji îskeîska bîrê
metro naçe heta wir pelqepelqa canê min e vatmanê kor
dibêje çawa ye kitana bixwîn bîra min tî em bilezînin
dixwazin keziyan weynin bidrûn ewrên tengijî bi bîra xwe
nizanin bavê me venagerin wek bavên xelkê bi beîvên tahl
qulancên încasê xwe dirêj dikin li ser dilê min
sefera dawî ye navê te pirr in lê yek bes e eger edl hebe
bêriya bavê xwe dikim piştî herba me
di dest min de zenîtheke quremîşkirî
her heftûçariyekî nîşan dide
diterpilim wekî hişê xwe lew xwe lê dikim ji qehra
di seriya çilî de me bi xwe zanim
weka wî di ber xwe de xeber didim niha
şewqeya li serê xwe bilind dikim
porê xwe dûz dikim bi destê xwe
nizanibim weka wî bipêçim jî
di dest min de qutiya
dengê biharê tê mîna dengê însanan ji kêzîna şerbikê şîretê bi dewrê elîfbayê
ay delal ay delal dayê ji wî serî de dimeyîne vîşnapê ro dibişkive bi mizicînê
bêhna rihanê difûre ji tiliyên wê li rûdêmên wê biskên djevojkaya wê
tebatiya gilyazê nayê li pey wê qederê di destê wê de qevdek bişirîn ber bi newalê ve têy
deriyê dilê min li ser taqa piştê ye bi ber bayê gilyazê dikeve
xwe dewrî min dike bişirîneke çilkezî ji vir heta bi xwedê bi hemdê xwe
kevnartir e birîna min ji wê elîfbayê wekî mêrga şarê wê kêmav
dengê biharê dikeve mîna dengê însanan heçîgava behsa birînê dibe
ay delal ay delal dayê ji wî serî de dixwaze xwe helal bike bi xatirxwestinê
bêhna êşê tê beriya baranê tiliyên dayê li ser pûnga newalê gûstîlkê li xwe heram dikin
natebite bayê gilyazê xwe li wî bajêrî girêdide li ser zimanê newalê gazina dayê
deriyê dilê min li ser piştê keysa xwe li bayê gilyazê çêdike li dora bîrê nema dibêje pişta min
xwe nîşanê min dide girêka êşa wê bêyî aş bibe tevî xurexura newalê dilê min dide ber xwe
kûrtir e birîna min ji wê bîrê wekî hesreta wê ya keskesorî ya ji darzeytûnê qedîmtir
dengê biharê tê mîna dengê newalê ji dêvla bayê êvarê dimije bi hesretê
ay delal ay delal morîkên çarika dayê diqetin ji wî serî de êlekê wê sortir dimîne ji gilyazan
bêhna rasolê tê ji nalîna gilyazfiroş piştî şîrhelalkirinê dara xwe ji kokê rakir bexteweriyê
xwe digewgirîne bayê gilyazê xwe li bişirîna newalê digire berdestê sibê li wê bedewiyê
quds li biniyê ye em ji wir’re bêjin baskê selhedîn ma nabe
bi êrîşa dawîn bila henekek din bipêçin ji me’r bi alaya sor
kaf û yekûn bibe jî bajar nakeve bi înnafetehna ka henne
yaser mir gerîlayên wî jî pê’r birra jî ji selhedîn hez nakin
me pişt re dît sedûbîstûçarhezar car em xapiyan
bi hênkahiya xapînok ya perwaneyan li ber dîwarê bedena xwe
baskê selhedîn wek zêr dibiriqî xelkê wî qitûtî
bi mirina eylo û teyrbazan bi bîna biharan bi servîsa xelkê
dinya dikeve bajar nakeve di nûçeyên êvarê de
lew manşet porrê delala min sor e
em dibînin ew nabînin çiya diherikin û dikevin lê bajar nakeve
emrê wan ê mayî danaynin ber deriyan wek somyayên kevn
li pey me nayên kavil cî namîne ji nûçeyên nû bihar naqede
bodromên tarî dibin para delalên porrsor nîveşevan
lew flaş gul a sor bihn da dor
rextê dengbêj bi pelên biharê bi dewîwîyek zerikokî
xwe li pişta bajêr girêdide bi cuziya dawî
bajar nakeve lê însan dikeve bi bayê perwaneyê
hişyar e şair tevî gul û delala porsor
dibêje ax sor e biratiya xelkê pirr zor e
nas bûn yên ku baştirîn dihatin bîra me
ji xêra şevê bû bi kirasên nû vegera ji rojê
piştî esrek teng nihêrtina li welêt danê êvaran
bi kevçiyek dar bi heskek şewitî
ken bi para me jî diket
lê nedişibiya kenê ji nişka ve yê bi hîqehîq
nas bûn yên ku baştirîn dihatin bîra me
ji xêra hibrê bû sûtaliya me
wek wê bişirîna ji tiştên ne tişt
dikeritandin hestiyê me
ji navê me diçû belê ji pişta me
poşmaniya bavên me nedibû nisîbê me
nas bûn wek wê mirina zû ya ku di wextê xwe de hîç nebû
seba wê sikrata berdestê sibê
em ne xerîb bûn tev de nas bûn
baştirîn dihatin bîra me
em dibişirîn melek dikeniya
la îlahe îllellah
nas bûn yên ku baştirîn dihatin bîra me
ji xêra şevê bû bi kirasên nû vegera ji rojê
piştî esrek teng nihêrtina li welêt danê êvaran
bi kevçiyek dar bi heskek şewitî
ken bi para me jî diket
lê nedişibiya kenê ji nişka ve yê bi hîqehîq
nas bûn yên ku baştirîn dihatin bîra me
ji xêra hibrê bû sûtaliya me
wek wê bişirîna ji tiştên ne tişt
dikeritandin hestiyê me
ji navê me diçû belê ji pişta me
poşmaniya bavên me nedibû nisîbê me
nas bûn wek wê mirina zû ya ku di wextê xwe de hîç nebû
seba wê sikrata berdestê sibê
em ne xerîb bûn tev de nas bûn
baştirîn dihatin bîra me
em dibişirîn melek dikeniya
la îlahe îllellah
ez ji milkê xwe derketim
halbûkî min digo ezê li vir dilê xwe li wê vekim
ezê li vir bibim bavê porxeleka xwe
ez ji milkê xwe derbûm
qaşo min digo ezê ji wê mesîlê wekî tîrekê xwe bigihînim bermaliya xwe
ez ji milkê xwe şiverê bûm
kenehû min digo ezê li vir rî û simbêlan spî bikim
ezê li vir her êvar bi kîsikekê vegerim kebaniya xwe
ez ji milkê bavê xwe teriqîm
xwedêgiravî min digo heta kulîlk vekin li ber paceyê
ezê vegerim di ser behrekê re ji vê xerîb û xurbetê
vêga li xerîb û xurbetê
bi hisreta konê kurmancî
dîwarekî qewî lêdikim heta xwe bigihîne min emrê xwedê
parsek hatine ji deştê
em bi dûr ketine ji konên aqresiyan
laflafok geriyaye li dora xênî
were ez te veşêrim li vê paşila germ
qaşo em gihiştin hev
qarûş û laflafok nema li nav erdê bavo
gezo nikare bi demûşê havîn e
sî dikare hew xewnekê bide me tî
av qetiya wek zerzengên welêt pêş û ger
bî ye ya ku diricife
êzîdî ye
havîn e
bi qurequra beqan re ji pesnan xeber didin
bî ye ya ku tê ricimandin bi navûnîşana qesemekê
niha çêtir tê zanîn
bê çima ditewin bî bi bê re wiha serserkî
şût in xwe nadin der
misêwa êzîdî ne
havîn e
hêj herkesî ya xwe negotiye
ba li dilê wê jî dikeve
bûtik dide şîn û gal e
ew bî ye
ez êzîdî me
belghewêz nema li dolabokê
zar û zêç di xew re çûn bi şahidiya bihareke nû
bi xurcikek vala vegeriyan ji çolê
jinbavan bi çengên kurhiliyan girtin çûn
pirr bûn pirrtir dibûn
ji bayê felekê zûtir hicaman li ruyê axê dixistin
belghewêz nema li dolabokê
herikî lîşok ti kesî nedît ku gihaştin çem
li gêja wextek ketin çiyayî
rewa neket çûr man keçhilî di bin destê zirbavan de
kurhilî û keçhiliyan xwîn berdan ji canê xwe
belghewêz li dolabokê