Niviskar Hesenê Qizilcî (#225539981) kû
teref Dewleta Îranê ve hatî îtnîbat kirinê. Tenê wek berhem ev çîroka (
Kenê Parsek
) wî li destê me de heye û çardeh (14) çîrokan pêk tê.
Nivîskar çîrokên xwe,bi zimanê xwe'y dewlemend. Vegotineke tir honandiye.( #225386159)
Çîrok bê navber civakî û poliîtikîn. Rexneyê pergalê û domahiyê wî ên di nava civatê de dike. Binpêkirina maf û kedê derdixe pêş. Lehengê çîrokan bêtir, rencberin, û qala keda wan tê kirin.
Şêwaz û mijarên berhemê di vî alî de dişibine ekola Sovyetê a edebiyata Kurdî. Êş û azarên xwe bi dewlemendiya zimên û zargotina Kurdî ve aniye ziman. Lê bê hêvîbûn û bêhawilbuna nivîskar xwe eşkere dike kû ev yek jî, wî him ji ekola Sovyetê him jî, ji edebiyata Urisyetê diqetîne.
Xwîner bi Kurmancîzekirina
Di sala 1914'an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dunyayê. Di nav malbetek zana de mezin bû. Li ber destê mamên xwe hinî farisî û erebî bû, lê melatî nedikir. Piştî avakirina Pdkê bû endamê partiyê. Di sala 1946'an de bi avakirina Komara Mehabadê re gelek kovar û rojnameyan de dest bi weşanê kirin. Qizilcî, sernivîsê kovara Helale bû ku bi taybetî jî bi keçan derdiket û di Kovara Kurdistanê de jî nivisên wî derketin. Pîştî hilweşîna Mehabad derbasî Kurdistana Îraqê bû. Di Sibata 1984'ran de hatê girtin. Ji hingê heya niha kesî xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat û li kû ye .
♦️Te go qey li esmanan berfê dihelinin(r.20)
♦️Mejî di serê te de nameye(r.32)
♦️ Kî yê vî zengilî ji stuyê pisîkê veke(r.36)
♦️Reş her reşe(r.36)
♦️Gayê hakim(r.41)
Çiqas dikir ku yek-du peyvên farisî ku di zaroktiya xwe de fêr bûbû yan bi yan bi dirêjiya temenê xwe de bihistibû , bîne bîra we da kû xêr hatin û şelafiyan ji wan re bike.