Îro Girya Me Tê
Nîşan û xalê fulfulîn
Min heyf li zulfa kagulîn
Hatin ku em jê dest hilîn
Hêj nagirin em 'îbretê
Paşî wan xal û nîşanan
Qet nayê bêhna rihanan
Ji mihnetê êş û janan
Tên ji narê firqetê
Feqiyê Teyran
Îro Girya Me Tê
Eman adet bê eman e
Wan melek mehbûb revan e
Can di nêv axê nihan e
Ê felek bê mirwetê
Ey felekê bê wefa yê
Te çira muhlet nedayê
Yar di nêv axê gihayê
Ey felek bê mirwetê
Feqiyê Teyran
Ji Eşqê Te Ezî Dîn im
Qitala eşq û canan im
Ji vê eşqê ez heyran im
Bi vê xemrê ez sekran im
Fîncana min şerab tê da
Şerab da min bi fîncanê,
Kirim saqî li meyxanê,
Wekî gok im li meydanê,
Li destê wê şepalê da.
Feqiyê Teyran
Şerê Dimdim
J'hev xistin heft hezar e
Qoçî xelqê bijar e
Bûye hewar hewar e
Qet rom nebû diyar e
Xeber nehat ji romê
Aciz bûne ji domê
Xelqo jê mekin lomê
Hûn bif'kirin li komê
Hûn binêrin li Xan e
Çi hîkmet pehlewan e
Rom nayêne di han e
Xîretkarê mêran e
Feqiyê Teyran
Dilo Rabe
Dilo rabe dilo rabe
Veke çavan ku êvar e
Nezan û bes di xew da be
Bi newmê ra mebe yare
...
Eya bê kesê bê xîr e
Yeqîn eqlê te texsîr e
Te ya can da bi ya pîr e
Tu dest jê berde sehhar e
Dilo ya pîr bi kêr nayê
Eger aqil û zanayê
Mebe yoldaşê dunyayê
Ne yoldaşek wefadar e
Dinê xelqno bi kê maye
Belê qenc e û mezra ye
Ji xêran ra Xwedê daye
Xebatkar bin ku ev car e
...
Feqiyê Teyran