Dilo Rabe
Dilo rabe dilo rabe
Veke çavan ku êvar e
Nezan û bes di xew da be
Bi newmê ra mebe yare
...
Eya bê kesê bê xîr e
Yeqîn eqlê te texsîr e
Te ya can da bi ya pîr e
Tu dest jê berde sehhar e
Dilo ya pîr bi kêr nayê
Eger aqil û zanayê
Mebe yoldaşê dunyayê
Ne yoldaşek wefadar e
Dinê xelqno bi kê maye
Belê qenc e û mezra ye
Ji xêran ra Xwedê daye
Xebatkar bin ku ev car e
...
Feqiyê Teyran
Ji Bextê Min Reşî Rabû
Ji bextê min reşî rabû
Xiyala min ne batil hat
Li min roja xem ava bû
Siyehzulfê miqabil hat
Siyehzulfê ku peyda bû
Ji rojê nûra hinda bû
'Ecîb nûrek li min dabû
Heta şehmarê qatil hat
Mela Huseynê Bateyî
Ger Tu Nazik Sorgul î
Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horiya reş kakul î
Ez aşiqê dîwane me
Horiya firdewsa 'alî
Qumriya baxê cemal î
Ger tu şem' î wer şemal î
Ez 'eceb perwane me
Mela Huseynê Bateyî
Îro Girya Me Tê
Nîşan û xalê fulfulîn
Min heyf li zulfa kagulîn
Hatin ku em jê dest hilîn
Hêj nagirin em 'îbretê
Paşî wan xal û nîşanan
Qet nayê bêhna rihanan
Ji mihnetê êş û janan
Tên ji narê firqetê
Feqiyê Teyran
Ji Derdê Işqê Rencûr im
Esîrê vê zenexdanê
Wekî bêjnê di zindanê
Kemerzalê Medî kanê
Nekêşit kes cefaya min
Kemerzalê me dê kî bin
Ji ahînê merhedî bin
Meger Loqman û Îsî bin
Nekêşit kes cefaya min
Mela Huseynê Bateyî
Jêrenot:
Zenexdan: erzînk, çene
Rencûr: kovandar, dilbikul
Îro Ji Eşqa Sorgulê
Vê dilberê l'min kir 'etab,
Ewr vedan bûme kebab,
Lew mam di nêv zecr û ezab,
Heta niho vê sehetê.
Heta niho dil şewitî,
Cerg û hinav min peritî,
Lew aşiq li erzê perpitî,
Wek masîyê bi dêmê ketê.
Ez kuştim çavên belek,
Bêhal kirim zulfên helek,
Nalîn ji min çûne felek,
Qet kes hana min netê.
Feqiyê Teyran