Dîsa jî nû bêhal e dil saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil lê xweş-i anîbit mizac
Saqî ku dêm mehweş bitin kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin em dê bi wê dil kîn 'îlac
Şevê zulmat û deryayê
Mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê
'Ecacê wê şefeq dayê
Ji herfan mah û salê
Nehat der şiklê falê ma
Kuca danendi halê ma sibikbaranê sahilha
Kû van letîfan gul'izar şûna gulan restîne xar
Lew tên ji bilbul ah û zar nêva cihê gulzarê çerx
Şîrove: Ka ew bedewên nazik î çehregul li kû ne, ku li şûna gulan strî şîn bûne û ji ber vê jî di nav baxçeyê gulan yê çerxa felekê de axîn û zarîna bilbulê evîndar e.
Melayê Cizîrî
Jêrenot
Kû: li kû
Letîf: nazik û bedew
Gul'îzar: çehregul, gulçehre
Restîne: şînbûne, çêbûne
Xar: strîn, dirî
Ah û zar: axîn û zarîn
Gulzar: baxçeyê gulan, gulbaxçe
Çerx: dinya
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be‘îd
‘Îd e û da ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
Mahê new ebrû numandin çû ji ber ‘ewr û xemam
‘Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz
Wek Melê gavek tinê xayib ji dîdarê nebim
Wer bibim wê sa'etê lê bin ji min da sed selam
Melayê Cizîrî
Jêrenot
Be‘îd: dûr
Menzil: qonax
Xas û 'am: giregir û xelk
Mahê new: heyva nû
Xayib: winda
Şîrê elmasî kişînit tu ji lami' de xeber
Vekirit huqqeyê yaqûtî ji gewher meke behs
Şîrove: Dema dildar berê xwe da me û bi çavên xwe yên rohnî li me nihêrt hingê tîrêj û çiriskên çavên wê tîrêj û rohniyên birûskê winda kirin û dema ew mijûl bû peyvên wê jî nirx û giranbihayiya gewher û yaqûtan ji holê rakir.
Melayê Cizîrî