Osman Mehmed sözleri ve alıntılarını, Osman Mehmed kitap alıntılarını, Osman Mehmed en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Qereçî wê di pişta beyaniyan ve dîq bike
Ku Qereçî dîq kir û keniya
Tu ê nû bi hetava hezkirinê bihesî û dilê xwe derxî devê derî
Wê keziya xwe berde ser dîlokê
û bireqise li dor rû û êgir gelo
Qereçî ye?!
Piyên min hingî gêj bûne
Ji wê bêxewiya te ya mîna beyarekî
Mîna dareke berrî
Di kokela bêdeng ya evînê de ji xuşexuşa pelan
Ji kizina madzer
Weşiyaye evîn gêj bûne piyên min
û dewsên wan li hemû ewrên sore belav dibin
Lê Qereçî
Min soringek jî danîba ser lêvên te
Da hema vê carê wer nebûbana
Ji deviyan
lê va ye payîz
û çîweçîw nema tê ji çûkên saloxdar
tu jî ne xuya yî
çek û rextê li ser tehtekî
ez lihêfê qenc li xwe dipêçim
çavan miç dikim ji bo xewneke dî