Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Osman Mehmed

Osman MehmedSiwarekî Bênîştiman yazarı
Yazar
Çevirmen
Editör
9.0/10
1 Kişi
4
Okunma
2
Beğeni
308
Görüntülenme

Osman Mehmed Gönderileri

Osman Mehmed kitaplarını, Osman Mehmed sözleri ve alıntılarını, Osman Mehmed yazarlarını, Osman Mehmed yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bêqirar e deriyê qesrê Vebe venebe şahê berûyan e rû Rû; siya ser garistanê Peykerê avê Sultanê heyvê... Bêqirar e ba
Şev li erdê ket keyv şikest Giyan xwe li deriyê roniyê xist Şev bi firmêskan re niqutî erdê Tu di nav de nebûyî Tu li pişta derî bûyî Destekî seqemî bi çembilekî hesini ve Dilê te bi derî ve dike kutekut Tu dîsa ceger nakî Roniyê li rûyê min Germayiyê bi ser wî destî de bireşînî Şev birîndar bû heyv qetîtk qetîtkî Giyan li ser dewsên piyên ber derî raxistî
Reklam
Dema ez diçûm Bazinê Taqa Dema tu lê bûyî Ji bîr nakim, na Gava min te şibandibû qumrîkên ser wan şikeftikan -şikeftikên ku hetav li lotikan bû tê de û bi kêzikeke hecê re germ bû dilê me- (marê te wê bê min qey Min hin ji ava hewtikan negihandibû destên te?!) Gava tu dihatî wî kavilî Kêliya ezman ji rengê şikeftikê vediguherî rengê pêz Te gazî
Min ji çermê maran Ji reşeşîha bin sêdaran şevek çêkir û min dîsa li ber tehtên newalan danî Paşê li wê qurçika zerînî Bi tirseke kevakî Min Zêrka Zêra dî: şev tev kulmek agir bû Di wê dilketina Kevirk û kevirk Darik û darik Hêsirk û hêsirk de û barê fecrê mişt tenî bû Qirşikên ku te dan hev Tenêmana te ya li nav lepê tirsê Hawara te ya bi lerza gulekê û banga hirçê bi dengê pîra te Hemû bûn deqên mirina zû li eniya te Zêrka Zêra Min dev ji te berneda Eva piştiyê te Hemû hebûna te Dilkê dila
Ku min xwe ji kokelkên ber pehîna te vedizî Ku ez dîsa bê ba û tav û yar hedinîm li milê tenayiyê Heger ew qesra tu lê Bû agir û bi dilê min veda Na, xwîn min naterkîne û bahozan wê li pey xwe rake kitêba ku ji kezeba min Mirin li xwe kom kirine û çûye Wê min ne sar be kêliya ewil Lê ew her du gavên ku min Ber bi keviyên deynekirina te avêtine Wê sartir bibin ji mirina giyan û li bîranînên te bicemidin Kitêb û mirin Du qesrên kavil in niha çavên te bê gul Dinya sipûsar
Carekê herim bibînim Wekû tu car nebînim Rûyekî Gava çav bi girî hişt Li ber qaşûlê darê Qaşûlê bi bêhneke dûr a beharê Wê kêliyê bi siya xwe daketibû mirin û dirêj bû Dûr bûn dest û tilî jî Weke wê berûya ji zû de qeşartî bû dilekî tenê Careke din herim bibînim Wekû min hîç nediye Wî rûyê bi xwîn Careke din...
Reklam
`kêliyeke mirî mirî me kêvjal kêm çariyek im` tenê maye tvîlkek, na, tenê tvîlkek maye li ser kavilê zimanê min; ne kedî dibe, ne koç dike, ne jî êm nas dike. bêrîkirinê dimale ji ser çavê min. di camê de dixwêne; asê dike û vedike asoyê. perende çi peyveke har e! mîro çi çîrokeke haş e! tvîlk heye bo siyan bihêle û şopan rake?! zarnehiştê! îro rabûme ji binya wê tehtê, lê deşta min ew çende teng e asîman rûnanê lê! tvîlk li keviya peyvê, vegire qelaçên bêzariyê, ji perrên xwe daweşîne kêferata vê dinyaya sayî!..
Hatin min dîsa cinên şikeftên kevin Weke hezkirinê Mîna jinê Ez ji hesinê tirsandinê dûr çûm Ji teqandina tivingê xwe birrin gavên lerzok û wê gavê, Gava girî li serê Agirî bû Dilê ajelekî winda ji zemanê nebî nûh Bi min ve giha û gotinên min dibûn pencên pilingan Ku ezman sayî û bêguneh ba Wê firmêskên melûliyê biketana Ser kevirê cinan Ku wê gavê Ez hebûm û toz Mîna hezkirinê Weke bayekî Lê di nava xwe de dizîziki her tişt û ba...
Qereçî wê di pişta beyaniyan ve dîq bike Ku Qereçî dîq kir û keniya Tu ê nû bi hetava hezkirinê bihesî û dilê xwe derxî devê derî Wê keziya xwe berde ser dîlokê û bireqise li dor rû û êgir gelo Qereçî ye?! Piyên min hingî gêj bûne Ji wê bêxewiya te ya mîna beyarekî Mîna dareke berrî Di kokela bêdeng ya evînê de ji xuşexuşa pelan Ji kizina madzer Weşiyaye evîn gêj bûne piyên min û dewsên wan li hemû ewrên sore belav dibin Lê Qereçî Min soringek jî danîba ser lêvên te Da hema vê carê wer nebûbana Ji deviyan
Ji eşqê êş difûriya Gava hesp simê xwe li erdê da Erdhejekê mexelt ser hîvronê Sibeh êdî man bê hewş û asîman
26 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.