Osman Mehmed sözleri ve alıntılarını, Osman Mehmed kitap alıntılarını, Osman Mehmed en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"ez koçerek, ez qaçaxçiyek, ez mehkûmek, ez firariyek,
gundên min ên wêran, li ser lêvan
min sond xwariye hilînim heyfa van çiyayan
dikevim pey şopa guran."
Hatin min dîsa cinên şikeftên kevin
Weke hezkirinê
Mîna jinê
Ez ji hesinê tirsandinê dûr çûm
Ji teqandina tivingê xwe birrin gavên lerzok
û wê gavê,
Gava girî li serê Agirî bû
Dilê ajelekî winda ji zemanê nebî nûh
Bi min ve giha
û gotinên min dibûn pencên pilingan
Ku ezman sayî û bêguneh ba
Wê firmêskên melûliyê biketana
Ser kevirê cinan
Ku wê gavê
Ez hebûm
û toz
Mîna hezkirinê
Weke bayekî
Lê di nava xwe de dizîziki her tişt
û ba...