Dê vêga diya min a dilovan berî ku şîvê bixwe, were pêşî şîva min bide min. Vaye hat jî. Ez bi qurbana terkên piyê te bibim. Ev pênc sal in yek rojekê dereng nema, her roj di heman saetê de şîva min tîne dide min. Kî çi dibêje bila bêje dayik xwedawendên vê dinyayê ne. Ev dinya ji bo xatirê dayikan digere. Ji diya min pêve tu kes bawer nake ku ez dibînim û dibihîsim. Herkes weke amûrekî li min dinêre.