Tûrê pişta me mişt stêrk
Dinya di kefa destê me de hêk
Em ê zilmê têk bibin, têk!
Em dilhilatdar in
Heta hemû desthilatdarî neqedin
Heta ev jiyan nebe jiyaneke din
Mirin be mirin!
Emr kirin be sed carî kirin!
ewil em ji hev hez dikin
lê bi dûre
em heyfa hezkirina xwe ji hev hiltînin,
ez baqek kul im,
li ber te hazir im,
di destê min de qevdek xencer
kerem bike
tu bi kêfa xwe
Momeste Rênas wekî her carî dîsa zimanê xwe yê helbestî û arî û hêstiyarî di vê pirtûkê bi navê Spîtamayê de jî nîşanê me dide. Di aliyê din de jî kesayetên ku di dîrokê de hatine jibîrkirin bi bîr tînê. Bi piranî li ser kesayeta Spîtama (Zerduşt) disekine û tê dîtin ku fikir û ramanên Spîtamayî di rewşekî zor û zehmetîyê de çawa meşandiye bi me dide jiyankirin. Her pelên pirtukê peyamekî taybet û girîng e ji bo xwendevanan re .
Slogana wî ya herî navdar ; ramanên baş, gotinên baş û kirinên baş e ku ev slogan ji bo rizgarbûyîna civakê re têgehên girîng in û divê her mirov bi wan têgehên re biponijin..
Ev her sê peyv di nava rûpalan de tê dîtin ku di nava xwe de têkiliyekî sîmbiyotîk çêdikin. Kengî raman nebaş be, di gotin û kirinên de xetereyekî derdikeve ku ev jî neyîniyan rêz dike...
Bi rastî jî mirov kengî naveroka pirtûkê dinêre, ji ol zêtedir felsefe dibîne, cûdatîya ol û bawerî dibîne û diyalektîka xweza û jiyan û mirov dibîne û her wekî din.
Tiştekî pir balkêş heye ku ev pirtuk ecizbûnî çênake. Hem ziman, hem gotin, hem jî fikra wî, mirov naêşêne. Min xwend. Ez pir kêfxweşbûm hûn jî bixwînin bi kêfxweşbin :)
Gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê tu şerr û ceng û herb nikare çavê mirovî bitirsîne, gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê şerr govend e, ceng henek e, herb lîstikek e...
Gava baweriya însên bi aqilê wî re dibe yek rêya azadiyê li ber wî vedibe û ew dibe mirovekî azad. Wê çaxê jibo bidestxistina azadiyê du tiştên gelekî pêwîst hene, yek bawerî û dudu aqilmendî. Ne bawerî û ne jî aqilmendî her yek nikarin bi tena serê xwe azadî û serfiraziyê binîn.