Gelek kêm nivîskar hene ku hem di warê çîroknivîsê û hem jî romannivîsê de serkeftî bin. Ji vana yek jî Hesenê Metê ye. Di romannivîsê de çi qas serkeftî be ew qas jî di romannivîsê de serkeftiye. Min dîsa ji serî de dest bi xwendina çîrokên Hesenê Metê kir. Ez di metnê wî de tamekî û aramiyekî bêterîf werdigrim. Temayê çîrokên Hesenê Metê zêde naguhere û mirov dikare bêje temaya çîrokên wî sabît in. Di çîrokên wî de temayên; rewşa jin û Mer, xulqê jinê, rewşa nivîskaran, penaberî, halê dê û zarokan, rewşa ermeniyan, zilma devletan û hwd. Çîrokên xwe jî bi teknîkên post-modern bikar tîne. Bi min qedr û qîmeta nivîskariya Hesenê Metê baş nayê zanîn. Lewra ew nivîskarekî xwedî şaheserê wek Labîrenta Cinan û Gatinên Gunahkar e.