Birin kur e lê derman yekîtiya me kurda Birin tu car nayê hev ku em derman neyinin
Binê diwarê Berlin Alman pê bû du perçe Wa îro ew bi xurtî ji bin ve dadixînin
Ezerbêcan ji mêj ve ew jî bibû du perçe Ewa rabûne ser xwe wî sînorî hiltînin
Sozmana Saykis Biko li Kurdistan çend sînor Danîn divê em rakin xwe j' bin destan derînin
Ev dem û dewra zêrîn bi ser me re derbas be Di nav toz û dûmanê dîsa em ê bimînin
Kerwanê dem bi rê ket eger ne pêre bin em Belengaz û perîşan li şûnwara bimînin
Eger bi dilpaqiji destê xwe em bidin hev Di meydanê de hêzê dijmin em ê bişkinin
Pismamê qehremanên Aşûkan û Abtikan
Xan Dimdimê çengzêrîn paşayê Fareqîn in
Can fidayê Sasûnê şêrê Zozan û Serhed Pilingê çayê Zaxros cengawerê Metin in
Ma ne şerm û fihête îro di vi zemanî Bê al û text û serek ku em qîma xwe tînin
Ey Tirėjo êdî bes kezeb li xwe te reş kir Yan dewletek serbixwe yan qir bibin nemînin