Ji pirtûkeke helbestîn merheba...
Ev kitêb bila bibe yekem pirtûka ku min 2024an de xwende...
Helbest û helbestvanê vê kitêbê nûpinû û gelek ciwan e. Min evê kitêbê bi destnîşankirî ji dest nivîskar/şa`ir Qedrî li pêşangeha Ameda rengîn wergirt.
Naveroka kitêbê; bi çar beşî wek bi navê "hêwirgeha yekem,duduyan,sisêyan û çaran" pêk tê.
Helbestvanê hêja, peyvan gelek bi edebî û rengîn helbesta xwe de rêz kiriye.
Ne hewceyê helbestên ku min ecibandiye rêz bikim lewre jî çiqas ji dil û dest hate min li vir parve kir. Hezkiriyên helbestan fermo, bifermin evê kitêbê werbigrin û bi hilmekê de bixwînin.
Bimînin di xwendinên xwesh de.