Gönderi

De Were • Jan Dost
Dûriya te zor e dilber Jan perîşan e were Li birînên ku li dil bişkiftine xweş binere Nexweş e ew jar û bêhal e tu nojdar î delal Dilbirîndar e û derman ji te ew sîng û ber e Ka bibînim lêv li ser lêvan dinoşim şerbetê Sînga te zadê gihiştî destê min das e l`ser e Em bibin laşek heta destê sibê şa bin bi hev Ax û nalînên ji me ta erş û ezmanan here Gerdena tey nazik û lûs bîn bikim serxweş bibim Har bibim ez, dev li qirkê, dest li newqê bigere Memikên te bi gezên nazik û nerm rakim ji xew Dakevim jêr li bihiştê bigerim ez eşkere Ez bibêm yarê xuyaye serxweş im, ez pêde çûm? Tu bibêjî serxweşê min pirs nekew pêde here
·
7 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.