şevên Beyrût reş û tarîne tevda
Bi ser min de giran tên rengê derda
Tenê me dûrî Kurdistan dinalim
Weke teyrê ku hêlîna xwe berda
Refê min wa li Kurdistanê difrin
Dinalim ez li ser darên Bi`ebda
çivîk im distirêm dûrî çivîkan
Xerîb im ez li nav van zax û kunda
Ne dengê min bi wan xweş tê ne yê wan..
Bi min xweş tê, tenê me mame winda
Mirov her xurbetê dijwar dibîne
Ne xasim xurbeta ko tev di şer da
Ketim ber penceyê vê xurbeta zor
Di dil min de xeman ala xwe hilda
Bi soz ger min welat azad bidîta
Ejî azad li nav wan şar û gunda
Minê enya xwe danî ba li erdê
Bi axa sor minê çavê xwe kil da