Min ji xwe re digot; ereb ji xwar ve û tirk ji jor ve, hewildidin ku me di nav xwe de biperçiqînin û nema bikin.
Wax wax çi heqê van zaliman li me heye ku em bi vî sînorê bi mayîn û têldirê ji hev qut kirine, xal ji xwarzê, ap ji nirazî, bira ji bira bi dûr xistine û li vê yekê tenê ji nesekinîne, xerîban di nav me de diçînin, milk û malên me didin wan.