Dîwana Jan kitaplarını, Dîwana Jan sözleri ve alıntılarını, Dîwana Jan yazarlarını, Dîwana Jan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ezê çibkim ji barana buharî
Evîna te bi ser min de dibarî
Weke hîva gulanê ye evînet
cîhan bê wê şikeftek kûr û tarî
du lêvên tey tenik hingiv dirêjin
şêrîn in rengê helbestek Hesarî
kenê tey nêrgizî şêrîn û nazik
dilê min hiştiye gêj û xumarî
ji te dûr im çivîk im bê perîk im
di xefkê de dikim axîn û zarî
dibe navê xwedê rokê ji bîrkim
ji bîrnakim tucar bejna çinarî
li benda te dimînim her şevê ax
li dil wek xenceraye bendewarî
evîna te dilê min kirye pêtek
çiqas ba tê venamre nabe arî
Kela Dimdimê: pasporta ku ez derbasê wêjestanê kirim.
Ez nêzîkî du salan bi wê destanê ve mam, nêzîkî 1800 beyt derke- tin. Min ew di payiza 1987an de gihande dawî. Kî bawer dike ku min ew di tirsê de û di tunebûna kaxetan de nivîsiye! Min li bin deqtî- loya Intercontinental a ku min li ser dinivîsî, betaniyek stûr danîbû da ku dengê wê dernekeve û Muxaberat (hêzên ewlekariya Suriyê) bi min nehisin. Ne tenê weha, min dixwest çivîkên hewşa me jî bi min nehisin. Min dixwest di bêdengiyê de binivîsim û ku çivîk dihatin ser darên mala me min ew difirandin ku karibim bi aramî beytên Kela Dimdimê binivîsînim. Min bi wê deqtîloya entîke kêf kiribû lê muxaberatên Sûriyê di hemleyekê de hatin û deqtîlo jî di nav tiştên ku dest danîne ser, bi xwe re birin û venegerandin.
wê bersiv mîna hercar dabû min: ma benqa Sûrî bi min re ye? Min ji bêgavi deftera birayê xwe yê mezin, ku a sala par bû, bi xwe re biribû. Ew qetiyayî bû û pelên wê diweşiyan û têra xwe nivîsên berê li ser hebûn. Dema mamoste deftera min xwest da ku li karê min î malê (wezîfe) binere, hêrs bû û ew defter bi kerb di rûyê min wer kir. We demê xweziyeke tehl di gewriya min de heriki û hêsir di çavên min de biriqin. Havinan ku dibû qiçeqiça rojê, dondirme- firoş kolan bi kolan digeriyan û bi dengên xwe yên dawudi bang dikirin: dondirme hoooooooooooo. Min bi xeftanê diya xwe digirt û mîna cewrikekî dikire kazekaz: yadê ka deh qurîşan ez dondirme bikirim. Hédi hêdi deng nêzik dibû: dondirmeeeeeeeee. Diya min dikire nirçenirç û bi şêx û weliyan sond dixwar ku qurîşek jî di berî- ka wê de tune. Dondirmeeeeeeee. Deng êdî dûr diket. Min jî hey bi dawa diya xwe girtî û pereyan dixwazim. Wê jî her digot: kuro ma tu fêm nakî, tune tune tuneeeeeee, ma ez pereyan ji te re ji bin erdê derxim! Deng dûr diket û êdî nema dihate bihîstin û diya min êdî digot: ha wa ye lawik jî çû. Dîsa xweziyeke tehl diherikî gewriya min. lê ku min carekê kevçiyek dondirme bi dest bixista êdî tu sînor ji kêfa min re nediman, min nedixwest ew guloka berfeşîrê biqede, lê miratê diheliya, diherikî bi ser tiliyên min de û min ew bi lezze- tek nebihîstî hindik hindik dialast
Di wê mala oldar de ez xwedî bûm. Hîn berî ku ez bikevim dibis- tanê, bavê min Qur'an û Hedisên pêxember bi min didane jiberki- rin. Ez pênc salî bûm gava ku bavê min bi destê min girt û ez bi xwe re birim mizgeftê û hişt ez li Mihrabě hediseke pêxember, ku min jiber kiribû, li pêşiya komeke mêran bixwînim. Min çavên xwe li refikên kitêban vekirin, di nav hibr û kaxezan
de mezin bûm, li ber dengê qesîdeyan û mewlûdan û zikrê neqşe- bendi yê bêdeng û di Xitme û Teweccih û Rabiteyan' de zarotiya min ber bi xortaniyê ve hilkişiya.