Firîna Bi Baskên Şikestî sözleri ve alıntılarını, Firîna Bi Baskên Şikestî kitap alıntılarını, Firîna Bi Baskên Şikestî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Welatê ku şer lê hebe, rojane cenaze dê bi ser xwedî û malbatan de bên, wê ji bilî darên mirinê yên rût tu dar li xaka wê şîn neyên, wisa jî ji bilî reşayiyê wê tu rengên din di nav pelên wan daran de neyên dîtin.
Herdem li ber min hatibû gotin ku evîn mirovan xurt dike. Min îro fêm kir ku ev dereweke mezin e. Tiştek ji evînê bêhtir nikare mirov qels, bê çare, têkçûyî, perîşan û belengaz bike.
Keçika dengxweş di navberên danîna planên şer û perwerdeyê de bi dengê xwe yê zîz li ser dinyayê, şoreşê û serhildanên şikestî ku bibûn malê dîrokê, distira. Her ku derfet didîtin, keç û xortên dilgerm, çekên xwe datanîn kêleka xwe û li dora Peymana dengbêj diciviyan. Bi bêdengiyeke kûr û bi hezkirineke bê sînor guhdarî dikirin. Derdên dinyayê, berxwedana Kobaniyê, qedera reş ya dîrokê û xewna azadiyê, ev hemû bi hev re dibûn mijarên stranên ku di ber dengê top û teqînan re dihatin gotin.