Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr

Ferhad Pîrbal

Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr Yorumları ve İncelemeleri

Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr yorumları ve incelemelerini, Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr kitabı hakkındaki okur görüşlerini , Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr puanlarını 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.

Puan

9.510 üzerinden
3 Kişi · 2 İnceleme
96 syf.
10/10 puan verdi
Helbestvan, romannûs, stranbêj, wênexêz ... Û gelek tiştên giranbiha. Ferhad Pirbal kesayetekî paye bilind e. Ji her aliyê va xwedîyê behreyekî, ji her aliyê ve xwedî yê taqetekî ye. Di kîjan mijarê da lê dinêrî bi asteke bilind berhemek afirandiye. Ji bo danasîna mamoste Ferhad divê ji gotarekî bêhtir pirtûkek bê nivîsîn. Him bi aliyê jiyana wî ve him jî aliyê hûnera wî ve gelek têr û tijî ye û gelek bûyerên ciddî jî derbas bûye. Di demek nêzda wek dînekî di nav welêt da hat hesibandin bi rastî gelekî sedemên vê angaştê hebin jî divê beriya her tiştî mirov mamoste Ferhad binase û piştra vê biryarê bide. Ferhad Pîrbal kesayetekî ciyawaze ku di hebûna mirovahiyê da zû bi zû em nikarin rastê kesekî bi vê awayê werin. Xeyalfireh, ûtopîkî ya herî girîng; azad e. Azadî tişteke hêsan nîne û bi rastî kes nikare dest bixe lê Mamoste Ferhad ev tişt bi dest xistiye ku di hemû berhemên wî de ev tişt berçav e. Di vê berhama wî de azadiya hişê xwe bi tekuz nîşan dide. Bi heft wêneyan û bi heft kesan heft xewnên hevpar bi girêdaneke baş pêşkêşî me dike. Heft hevalin ku xewn dibînin û ew hevalan heman keçikê di xewnên xwe da dibînin, biryar didin ku vê xewnê bijîn. Çîrok li ser vê mijarê dest pê dike û hewl û xebata hevalan li ser vê mijarê didome. Çîrokeke gelek romatikî dihewîne û bi dirûvandinê mirovan dibe xeyaleke rengîn û kûr. Pirtûkeke kine lê yekcar hûn têbikevine di navê bandora wê pirtûkê yê bi salan li ser we bîmîne. Her demekî ki hate hişê we hûnê bêsedem rûken bin. Wekî min di serî de jî got divê mirov mamoste Ferhad binase û bikeve di nav xeyalên wî.. Kerem bikin bi berhêm mamoste, mamoste binasin.
Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr
Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî WezîrFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201421 okunma
96 syf.
·
Puan vermedi
·
2 saatte okudu
Pirtûkek pir hindik û gelek têr û tijiye birastî dema mirov dixwîne mirov qet eciz nabe têkiliyên jin û mêran nerina li ser Jinan û hevaltiya berjewenîst gelek baş nîşan daye
Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr
Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî WezîrFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201421 okunma