Heyv Li Esmanê Diyarbekirê İletileri
Heyv Li Esmanê Diyarbekirê iletilerini, Heyv Li Esmanê Diyarbekirê okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.Û hun
Rewşenbîrên ku li ser navê me
Di ferehî de
Xewnên rengîn dibînin
Di pêkuta
pêstûriya
romê de
Mîna genek
Xwe davêjin daw û delavê Kemal
Pal vedidin
Li ber siya Navrana wî.
Rojen Barnas
Jêrenot
Pêkut: tade, pest
Pêstûr: zordar
Genek: bi tirkî kene
Heyv Li Esmanê Diyarbekirê ROM
Rom!
Em li Dêrsimê not hezar,
Li Zîlan
Bêhejmar hatin kuştin
Lê dîsa jî
Gihîştin îro.
Şêx Seîd gelek in ji bona darê
Li zîndanê tev Ezîz Yûsifî
Bi saya xwe
Emê zîl bidin
Bifitiqin
Li Kurdistanê her roj.
Rojen Barnas
Jêrenot
Bifitiqin: bibişkivin
Heyv Li Esmanê Diyarbekirê