Kurdmancî zimanê bav û kal e
Tirba xwe de, dê bi wê dinalê
Kurdmancî ye deng û pirsa pêşîn
Kurdmancî bê deng û pirsa paşîn
Sor, gewr û kesk bir rengê kurdî
B` Kurdmancî, tinê, bi dengê kurdî
Bavê min û dadika sipîpor
Banî me dikin ji tariya gor
Kurdmancî zmanê bav û kal e
Tirba xwe de, dê bi wê dinale
Hawar, hejmar 11, 1-10 çiriya Paşê 1932