En Beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 104 Gönderileri
En Beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 104 kitaplarını, en beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 104 sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 104 yazarlarını, en beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 104 yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng
çavên te stran in lê, bê gotin û deng
çermê te spêde ye binê wî de tav
Lamên te rohelat spehî yî bê nav
Lêva te sûlava maç û ramûsan
Bi sînga te dilê min çiqas kamiran
Ax!
ez wenda dibime
di nav hesabê hundirê xwe de
kes min nabîne.
ez xerîb im.
bi serê xwe mame
nav welatê bav û kalê xwe da
bang dikim bang dikim
dengê min nare kesan
Kes min nabîne.
Heyf!...
"carekê kodik rijiyaye
ez çi bikim"
xwe davêjime bextê gund û bajaran
li etaran digerim
ka namûs bi çi tê firotan
patexwer bi kîjan kumê patekirî digerin
xîret û rûmet li poxanan bi çi biha ye
bi eniya me ve zeliqiye
me para xwe
ji teniya reş girtiye
Pirsî: Kewser çi ye?
Min got: Xwêdana mabeyna cotmemikan e ku ji kelekela evînê diherike
Got: Ez behsa bihiştê dikim
Min got: Dilê min li ser singa te heye
Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandarî tu!
Sal û hîv herdem tu î, hem rovejîn hem rohilat,
Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me,
Gewre ye hêvîn û jîn, lê gewretir al û welat!..
Di ayetên Qur'anê de mehbûbe rebbanî dibeje :"Em ji damara şah ji bêhtir nêzîktirî însanin" 50 /16 "Xwedê çi tiştê ku di nava we de hebe pêdizane" 3/154
Pehîz e dil pehîz e
Dinê tarî bi zîze
Pelên daran girîn in
Cendekên wan birîn in
Gul ne xwîne bi xwîn e
Wek birîna hevîn e
Pelên daran li deştê
Qey eskerên şiketê-î