Doz a niviskar Burhan Tekî ku 8 çîrokan pêk tê. Di serî de doza çîroka nûjen dike. Çawa ku raya giştîve eyane, bi reçeteya dermanekî jî çîrok tên sazkirin.
Niviskarê me jî çîrokên cûr bi cûr daye pêşberî xwîneran. Çîrok alî zimênve bi awayekî stabil diherikin. Lê dibe ku ji ber mijara( niviskarê me doxtore. Qurmê çîrokan jî ev pîşeyê û nexwaşxanêye) be hîn peyvê teknîkî hene ku wek wîzîte, otopsî hwd beloq dinimînin.
Çîrokan de buyer pir, şayesandin kêmin. Çîroka Eywanê de berhemeke biraninê tê vegotin. Lê du encam hene anjî çîrok dû çiqe. Yek di bernama biranîna niviskar Ezîz Cemşîd de . Axêver Mahmut Serdar radibe divê Ezîz Cemşîd niviskarekî diz bu. Xwenêr wetrê çîrok ev bû. Ango diziya nepen a niviskarekî, piştî salan eşkere bû. Lê di wê eywanê de kurê niviskar û gelek kesên din bertek nîşan didin û tertê holê ku. Axêver nexaşe û tiştên nebuyîne dibêje.
Çîroka Biryar de jî disa du dilî heye. Ne ewe ku biryara nexweş vebêje ne ewe rasthatina hevalê bavê xwe vebêje.
Û çîroka Ji Mecbur. Di vê çîrokê de jî ewilî mijara çîrokê çawa ku hevnasîna vebêjêr û Ayselê be diherike. Lê niviskar biryarek nû dide û navenda çîrokê dibe ser hesudiya Ayselê. Ji Ayselê karakterek wusa diafirîne. Zehlê mirov ji Ayselê diçe.
Hemû çîrok bi zimanekî baş, bê şayesandin û devê kesê yekem hatine vegotin. Dibe ku ji ber vê ye.Çawa ku hemû bîranin bin.