EY ax!
bi qasî bimrin ji te hezkirin
û mirin... mirin... mirin!
bi her mirinê mirin bi min şîrîntir kirin
bikêl, bêkêl; kîjan dildarî rakim ji qebrê?
her yekî temenek bexşî te kirin!
li jor biniherî; çîya ezman e
li jêr biniherî; dîrok destan e
hêlek dergûş e milek hêlan e
de deydî deydî, lorî de lorî
de lorî lawo, vir Kurdistan e!
cegerê mino, kezeba mino
mezin bikim te... te hino hino
mezin bibe lo, tu berxê mino
hêvîya min tu, tu û Yezdan î
navê te danîm, kirime Seîd
bapîrê te ne leheng û egîd
şeniqîn birrek, birrek bûn şehîd
li ser axê min çog da û tu anî
dergûşa mino, du çavê mino
çog û qeram û eniya mino
mezin bibe lo, tu pesnê mino
fereca min tu, tu û Yezdan î
darek im dibêjim,dê bibêjim vê stranê
'weke darekê b' tenê li gel her daristanê'
bême sotin jî pel pel li nav vê kohistanê
bişkoj bişkoj dê vejim li axa Kurdistanê!
zilmê de zilm dûyê jehrî
canê ducan bê can dike
qelan bi ser min de barî;
koma gelan ma çi dike!?...
hember û dij gelên gelkuj
qey ez bê dost û bê yar im!?...
dost û yarên gelên bindest
bibihizîn;bang û hawar im...