temara xewê biavêjin ji ser çavan
rom tê,rom!
bi tanq û topên xwe
da zilmê pirr bike
birawo
da me bidin hev di hepsan de;
da geman li hişê aza bixe
rom tê,rom
ji xafil de...!
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe,postalên xwe,şewqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tanq,top,tiving,teyare...
û we çi ava kiribe:dibistan,qereqol,dadgeh
û hepsên bêdergeh, zindan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno,zaroyên xwe jî...
hebin;pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kûçikên xwe jî bibin,pisîk û çivîkên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno,ala xwe jî
tiştekî,tiştekî nehêlin ji kerema xwe...
hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixwirînin û biçin
hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!
biçin;berî kuç û kevir di we wer bin
biçin;berî ku dayîkên kitanspî tû bikin ser çavên we
û hê ku agir vêneketiye j'êgir:
hema niha,vê kêlîkê,ji vir
rahijin teşkên xwe... û biqeşitin,efendîno!
Jin bû qulzema jînê
Jin Fatîma bû,jin Meryema...
Jin;xakeke l'navbera teşkên du çeman
bi navê Arya,bi navê Sarya,bi navê Melka...
Jin bû remza hez û ayînê!