Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Xezal

Xezal
@Alobarl
ser xaka xwe disekinim bo stêrk pesnê min bidin.
Xwendevan
axa pîroz
8 okur puanı
Şubat 2024 tarihinde katıldı
Xorto! Tu çîlê miletekî kevn, nijadekî mezin î. Pêşiyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurên Kurdan, neviyê Medan, dahatiyê Ariyan î...
Reklam
"Tifaq û yekbûn, zexmî û xurtiya civatê ye. Nifaq û berberî qelsî û jariya civatê ye." Celadet Ali Bedir-Xan
Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat û miletekî ye. Navê armanca te Kurd e, Kurdanî ye, Kurdistan e.

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
Dema di derdora 6 hezar sal berî niha, Sumerî tên û navê Kurd dikin wek nasname ji bo wan gelên ku li ser wê axê jiyane. Ango, di vir de; em navekî jê re hilbijêrin ku bibe dayîk ji bo wan hemû gelan, bi taybet gelê Zagros , Toros û dewrûbera wê ji bo vê tenê navê Kurd rast û durist e.
Reklam
Ya ku pir girîng zelalkirina nivîsîna bizmarî ya Kurdên kevnar e ku farisan heman nivîs bikar anîne û kirine bi navê xwe û dibêjin; nivîsîna farsî ya kevn e, lê belê di vir de, ez ê wan hemû belgeyan bidim nîşandan ku ne tenê ji Kurdan re, ez ê ji fars û hemû dinyayê re biselmînim ku nivîsîna bizmarî ya Kurdên kevnar e, dûr û nêzik tu têkiliya wê bi farsan re nebûye.
Cengawerê çiyayan...
Ji ber karê bazirganî û bi giştî pêwîstiyên din, çiyayên Zagros û Toros cihê Kurdan ê herî girîng bû ku diviyabû ji bo van hemû tiştan, bi berdewamî berê xwe bidin mala xwe ya mezin a kevnar.
Ji bo me kurdan, zaliman lûgatek çêkirine. Di lûgata wan de navê kuştina me kurdan "paqijî" ye...
Keç û xortên kurdan, ma ez ji we re çi dirêj bikim? Gerek hûn zanibin, dayika bi rastî welat e.
Ma hûn her roj bên bavê me bişewitînin, zarokên me bikujin, namûsa me li ber lingan bidin, xaniyên me ku bi hişkeberê bi ser serê me de bihedimînin emê çawa hez ji we bikin?
Reklam
Dibêjin, welatê ku tu xwînê lê nerijînî, ne welat e. Ma gelo kesî wekî me li welatê xwe xwîn rijandiye?
Ti evîn wek evîna welat ne gur û geş e, ti evîn bi ya jî bo welat re, nayê beramberhevkirin. Evîna ji bo welêt evîneke wiha giranbiha ye ku mirov di riya wê de bi kêf û şahî dikare xwe bide kuştin, evîneke wiha hêja ye ku mirov di riya wê da her kes û her tiştê xwe jî winda bike, dîsa dev jê bernade û hîn zêdetir bi vê evînê ve tê girêdan.
Erê zarokno..! Em qeliyan. Lê îca em naqelin.
"Ala Rengîn, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê."
“Kes bi serê xwe tev negere!” “Kes hevalê xwe li dû xwe nehêle!” “Kes bi saxî nekeve destê dijmin!”