Hezkirin, di hezkiriyê xwe de helandin divê. Tu û ez bûn li wehdetê pişt zivirîn e. Tu û ez bûn ji 'me' re îxanet e. Ji yekî din re kenë te îxanet e. Îxanet e ku êşêke din yarentiya mijangên te bike.
Hinek teqa, hinek ferzane me tu dizanî. Bi gotina diçim re nayê çûyîn Leyla! Bandora Zeîgarnîkî ye, bê sekan nûjen dibe birîn. Tê jibirkirina nîvcomayînan ji şeveqên binhişê te re giran were, tê qirçin ji xetên şikestî yên deştên bira te here, tê êş û kovan ji hemû agirpijên çalak en ruhë te here.
Ji te we ye êdî şil dibin baran? Beyaban hêşîn dibin qet? Niha tu di telaşa çûyînê de yî Leyla! Xem, Şadî, Şêtî,
Har û dîn bûn...
Rast e!
Evîn, payîza hemû rengan e
Lê divê neyê jibîrkirin ku Her pelweşîn ji bo dilên westiyayî mirineke bixwîn e. Min nejimart ka çend stêrk ketin
Min baran û tofan nejimartin.
Hîn jî li ber heman şewatê me
Hîn jî li sereristê me Nagazinim,
Li ber xwe nadim,
Radestê vê xemê me.
Nalînên ruhê min ên rêşanderên peyvan hene û dilê min hêlîna îskînên bêzar e.
Ax Leyla!
Çavên te niha ji kê re ezman e?
Kenên te ji birînên kê re derman e?
Nizanim li dû te çend bihar û çend zeman e.
Hîn jî êşa vî dilî, ew êşa heman e.