Ew helbestên ku min ji çavên te dizîbûn, her êvar dema ku tu ramanên xweyî fedyok li tariyê di pêçê, dema ku ken di bawişkîna xewè de li ser çavên te xilmaş dibê, û tu û tenahiyê di hembêza xewnên bê guneh yên ciwaniyê de radizin. Wê demê ew helbestên ku min ji çavên te dizîbûn, yeko yeko bêyî ku xatir ji min bixwazin hêstirên xwe dişon, biskên xwe dihûnin û stêr bi stêr ji tenahiya min re li çavên te digerin Rojarya...