“Rabû jipiya, tiliya xwe li drona heri pêş hejand: "Hûn giş segên devê deriyê me ne. İro hûn hene, sibe tune ne, lê em tim xwediyê vê roja li ser me ne."
"Helbest tiştekî wiha ye ku bê wê nabe, lê xwezî min bizanibûya çima bê wê nabe."
-Jean Cocteau
Silav ji miriyên helbestê re :)
Piştî xwendina vê pirtûkê baştir têgihiştim ku çi xezîneyek
“Dibe êvar dibe sibe”
Tarzeke cihêreng tehmeke xweş. Ez dibêm nivîskarek bi vê tarzê binivîse teqez divê qelema wî/ê zehf xurt be ji ber ku gava honak ne li ser bûyerekê be xwîner zehf zû dikare bala xwe wunda bike. Nemaze min qet bala xwe wunda nekir û xweş herikî. Bi pirs û hevokên “feylezofî” û dubare li ser dubareyan monologên bê mekan bê zeman, nivîs kûr kiriye û her kûr kiriye. Carcaran te jî kaşî di nav şerê hişê xwe dike û tu jî êdî dest bi pirsan dikî; zeman ji ku destpêdike? Mekan hewce ye? Paşeroj û pêşeroj heman tişti in gelo? Filan û bêvan…
Welhasil
ceribandinên nû yên bi kurdî hertim bala min dikşînin. Wekî çidem xanimê jî diyar kiriye hûner qadeke azad dide mirovan û wê jî gor dilê xwe li vê qadê hespê şîpehişê xwe ajotiye.