Dinya xera bibûya, ava bibûya, ber bi rexekî bibûya, agir lê bilîsta, roj li ezmên bitefiya jê re ne derd bû. Xwe dabû bin dûvê dinyayê. Ji dayîna fatureyan, dayîna kirêyan, kirîn û nekirîna tiştik û miştikan, ji tehmetinkan, ji karkirin û xerçkirina pereyan, ji şîfreyên hesabk û mesabkan, ji deynê banqe û manqeyan, ji nimreyên ser nasnameyan xilas bûbû. Tiştek ne hewceyî jibîrbûn û nejibîrbûnê bû. Ew êdî ne tevayî civaka serfkar bû. Fetişizma metayê bi baskî ve hew dibû. Lingleanîna qirêjbûna sekuler ne hewce bû.