“Ji kengî ve di wê odê de mehkûm bû? Ji beriya zayîna Îsa an piştî zayîna Îsa? An hîn ji dema tenê nêrîn hebûn û nêrîn jî hîn nebûbû gotin û bi gotinan mirovan hîn xwe mezin nekiribûn? An bi qasî zanîna zemanê di hiş de hebû û heya aniha li wê odeyê bû? Ode, bor bûn, bor hiş bûn, hiş zemanê tê zanîn bû û zanîn bar bû, giran bû, ya baş nezanîn bû, nezanîn jî ne nesîb û qismetê her kesî bû.”
Bi dengê peyamê wêneyê ku xêz dikir ji destê xwe danî. Demeke ne kin ne jî dirêj li fotoyê ku hevala wê ya zanîngehê bi rêya WhatsAppê jê re şandibû û herdu di foto de dilşad dixuyan meyzand. Bêyî ku karibe bi xwe li ser wî zemanî giriya û fam kir ku êdî zeman ji bo wê beriya mirina dê û piştî mirina dê ye.