Marê reş heya ku dest nediyê ziyanê nede, lê ku biêşînî,wê kêlîyê nekare, fersendê nebîne jî, rojekê miheqeq tola xwe hilîne,dev ji qisasê xwe bernade.
Naxwazin tu axa xwe biparêzî
Naxwazin tu ala xwe bidî jiyandin
Naxwazin tu jiyaneke azad û serbixwe ava bikî
Nebe koleyên wan
Nebe xulamê ber derîyên wan
Nebe celladê welatê xwe
Axa xwe
Ala xwe
Jiyana xwe...
Nebe celladê eşqa me
Nebe celladê xwe...