Beşîr

Beşîr
@Dara8eru
Bila nebînin, Şahî û rindî… 𓃵
9/10
·128 syf.··
Beğendi
·
2023 7. kitabı
·
168 günde okudu
·
Okunma: 25 Ekim 2023 14:58
Ji xwe hewce nake em qala hêza pênûsa Mehmed Uzun bikin û hewce nake pêsnê pênûsa wî bidin. Jixwe mirovê ku carekê tehma berhemên Mehmed Uzun kiribe tu carî naxwaze ji wê tehma bêpar bimîne. Bi kurtebir pirtûk; Di rêwiteyeke ber bi xeribiyede de rasthatina kalekî rind… Kalê rind; zaneye şop, reh, çand û mirovahiya welêt. Pirtûk gelemperî bi axaftina Serdar û Kale Rind derbas dibe. Di nav her axaftine kalo de Serdar bêhtir meraqa kalo dike û dikeve şop û rêça nasîna wî. Kale rind jî berê Serdar hercar dide reh û rêça zimên.
Kurdî
Mirina Kalekî RindMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20154,933 okunma
Reklam
9/10
·128 syf.··
Beğendi
·
2023 4. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 27 Şubat 2023 00:40
Ji destpêka heta dawiya pirtûkê mirov naxwaze bisekine. Mirov dibe qey cenabê Mîr Celadet Elî Bedirxan li hemberî mirove û hevpeyvînek dest pê dike. Hevpeyvîna di navbera Firat Cewerî û mîr Celadet gelemperî li ser zimên hatiye sekinandin. Di her pirsên ku tên pirsîn de mirov mîr Celadet bêtir nas dike û armanca wî ya li ser zimên û kurdayetiyê ji nezîkî vê hîs dike, her bersiva ji aliyê mîr Celadet tê dayîn şîretek li me ciwanên kurda ye û divê em rû bidin vê kedê û nehêlin were windakirin. Firat Cewerî, di pirtûkê de bersivên mîr Celadet Elî Bedirxan ji nivîsên wî yên pirtûkê tirkî, ji Hawara wergirtiye û careke din bi hostayî afirandiye û derdixe pêşberî xwendevanan.
Kurdî
Li Mala MîrFirat Cewerî · Avesta Basın Yayın · 057 okunma
8/10
·288 syf.··
Beğendi
·
2022 7. kitabı
·
25 günde okudu
·
Okunma: 12 Mart 2022 19:27
Ev ne tenê destana evîn î ye. Destaneke welatparêzî ye, ya îxanetê ye, ya bê dewletî ye, bê tifaqê yekîtiyê ye hwd. Vê her kes vê destanê bizanibe û bixwîne ji ber wê jê kêm nemînin. Rexneyeke ez bikim ev e mixabin car caran pirtûk nameşe, na herike...
Kurdî
Dewrêşê Evdî kulîlka bilbizêk û rimEyüp Kıran · Nubihar · 059 okunma