Dîtina marekî, yan pêvedan, yan rev, yan jî kuştinê bi xwe re tîne. Evîn ji wisa ye, mirov
dibêje qey tine ye, lê piştî ku jehr dikeve nava xwînê, êş, yan kuştin rû dide. Mirov nû bawer dike ku evîn heye.
Ez li hişê van mirovan șaș dimînim. Ew qas ji xwe razî ne. Qala xwe û destkeftinên xwe, jîrbûn û zanebûna xwe dikin, lê ji hovîtî û bêhişiya xwe jî ne agahdar in.