Çawa ragirim vê êşê û bijîm ez / Êdi bêwate ye bê te jiyan /Di
vê cihana tenêtîyê de giyanê min bêheval /Ji derdê te bûm bengî,
bi çiyayan ketim /Ax, baskan bidin baskan, da ku bifirim Bigihijim dildarê xwe ku cudahî biqede...
"Ev gerestêr li gel nakokîyan hatibû afirandin. Ronahî û tarî, bedewî û kirêti, rastî û xeletî, lehengî û bêbexti, bașî û xirabî li kêleka hev dimeșiyan. Ev dijberî her wiha hemberî hev șer dikirin. Ev șer ne șerê tunekirina
dijberê xwe bû, șerê serdestbûnê bû. Lewra heyîn encax bi hebûna ya dijber ve pêkan bû. Hebûn di dijitiyê de veșartî bû. Dê ev șer heta hetayê bidomîya."
"Aha, kerem kin, lê mêze bikin, ewên ku dixwazin rengê qesmeriyê bibînin bila li vî sûtalî binêrin. Firewn ne bi hêza xwe, bi rajerîya bendeyên misrî xwe Xweda
Îlan kir. Afirîdeyên wekî vî, bi van melaqiyên xwe
Firewnên nû diafirînin."