Nirxandineke gelek kûr dixwaze. Ez ê ji ku dest pê bikim nizanim wisa dixuyê ku ez ê bi tu awayî xwe nexim şirîk:) him erênî him jî neyênî. Lê çawa gotî, xwedê dizane. Bo xwîner zanîn yan jî zanîna we ji bo gunehkarî qet ne girîng e. Pêşî bi xwe re şer dike paşê jî bi hebûnan re şer dike. Kî jî li ser bikeve yê ku têk biçe ew ê be.
Kurtasî; destpêka pirtûkê ji min re pir nexweş hat lê dawîyê wê min ji min bir, min nexweş kir. Ez hîn difikirim gelo ev çi pirtûk bû, min çi xwend, behram kî ye û hwd... lê teqes ez ê xwe ronî bikim. Min jî soz da:)
Têgêhîştim ku meriv li vê dunyayê bi efsûniya tiştên veşarî bizane û bijî, êdî maneya wan jî namîne. A ji Wê bûyer û ji wê
rojê û pê ve ye ku...kêf û şahî bi rûyê min, bi rêya min nakeve: ne cîh û ne jî warek heye ku min lê bisitirîne, min lê bihewine.
Te da pey nefsa xwe, tu li kerê Şeytên siwar bûyî û te da ser rêya gunehkariyê, tu heta ber lingên Șeytanê mezin çûyî û te guhdariya rê û şîretên wî kir. Rastî ev e û ne tiştekî din.