Erkan sht

Erkan sht
@Demhat_ro
instagram.com/erkansht?igsh=N... Parvekirinên we yan xeyalên we ne, yan jî rastiyên we ne ...!
Hinek serketin û hinek cîhên welê bilind hene ku meriv ji ber şerm dikin, meriv di nav û nefsa xwe de lê rihet nakin. Û hinek gunehkarî û têkçûnên welê jî hene ku meriv pê serbilind in. Di çîroka xwe û xwedê de jî min eva dawîn hilbijart.
Reklam
Dereweke nivîsandî ji rastiyeke nenivîsandî rastir derdikeve.
Û wê roja ku bi kevirê Kaîn re çilka xwîna pêșin li erdê ket, min dizanibû ku êdî paqij nabe, min dizaníbû ku dawî li vê herîkîna xwinê naye.
Tiștê ku were fahmkirin, ji rûmeta xwe kêm dikeve, ji bayê efsûniya xwe sivik dikeve. ez ê welê bikim ku di hemû rojên jiyana xwe de, ew tênegêhîjin bê ew çi ne û ji bo çi hene. Dixwazim bi șev û bi roj, di her gav û her nefeseke xwe de ew li bersiva vê yekê bigerin, li min bigerin. Lê ez ê bikim ku ew ti carî serwextî vê wersirê nebin.
Sedema hemû xirabiyan xisûsiyeta keç û lawên ademî ye, xisûsiyeta wan ew e ku ew guhdariya yekî din dikin. Sedama xirabî û gunehkariyê ev e.
Reklam