Ew ên ku em bi zimanên wan nizanin
wan
bêbext û çapûlgeran
bi devê şûran
bi hukmê gurzan
bi dîn
bi kelam
û bi defterên Xwedê
havêtin ser me ku
em ne ehl-î kitêb in
A ew ehlên xwediyê gotin û marîfetên welê
hestiyê bav û kalên me
li van zozanan çandin
û îro jî em bi xwîna zarokên xwe avdidin
di jiyana xwe de
di erdê xwe de
em bi êşê hatin çandin
û bi mirinê têne çinîn
ji pirêzeyên me jî diyar e ku
ev êșên me hertim veşarî man û
ji bilî Xwedê ti wextekê kesek pê nehesiya.
'Dibêjin
Mûsa qewmê xwe girt û li ava sor ket
me jî daye pêșiya ehlê xwe û
em bi çiyayên xwe ketine
em bi zozanên xwe ketine
ev zozanên me
bi qasî bîhna Xwedayan fereh in
Ehlî malê bi hev re û bi yek dengî dibêje: zozanên me bi qasî
bihna Xwedayan fereh in.
Û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo
min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema.