di rewşeke welê de me: rewşeke germ, rewşeke teng, rewșeke șermezar, rewşeke xeter... xeter dibêjim, lewra ez bi çavên xwe jî dibînim ku ez gunehkariyê ber bi xwe dikeşim. Ez hîs dikim ku ew awur û ramanên gunehkariyê weke nexweşiyekê li tevayiya laşê min belav dibe. Lê ez tiştekî tênagêhîjim
Tênagêhîjim ku ew bîr û baweriya min a li ser rêya Xwedê çima berê vê yekê nagire, çima min ji xetereke welê dûr naxîne û çima
min ji gunehkariyeke wusa naparêze. Weke dupişka ku çembera agirê dorê lê teng bibe, ez jî vê xeterê, vê nexweşiyê, vê gunehkariyê hîs dikim û dibînim.. ez dibînim bê çawa Xwedê pişta xwe dide min, min bi tenê dihêle û ji min dûr dikeve.
Gunehkarî ye ku meriv pifî daxwazên xwe bike û wan vekuje. Ji hevîr û hebûna meriv, tiştê herî pîroz daxwaz in. Ji bo serekî silamet, dilekî pak û pêt divê meriv li gor wan, di rêya wan daxwazan de bimeşe.
Em dimeşin...
Bi hezaran û gelek hezaran bawer neke. Ji bîr neke... dema ku piranî xwe li derekê bigirin, li derekê bicivin, bizane ku rastî
ne li wir, lê li dereke din e. Loma ji wir dûr biçe û lê bigere.