Li bayê payîzê
parzînî
û bihîst min
dengê te,
nalîna te ya bêrîkirine
tenêtiya te ya zîndanî...
tijî dengê te ye neha
qesra dilê min..
lê tu
mişextiyek bûyî
ji min,
rakirina tu sînora
nêzikî te nedikirim...
tu avan ne diherikandim
besta te..
awirên te li asoya min
baxê hesretê,
kevokên baskoyî,
bajarên min ên kederê ne
di hemî zemanan de...
çi bikim,
cudabûn veniştiye
mîna kundekî kor
li çarenûsa me.