Wesiyeta Qazî Mihemed
Wesiyet
Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan.
Ey gelê kurd û birayên min ên hêja!
Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî!
Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan.
Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure.
Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in.
Sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel a gişî ye.
Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lêbelê yekîtiya yên ku xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê îdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdiya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin.
Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev hev çavsor bikin û bi derew û xapandinê we bînin beramberî hev.
Ji tevî dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel’ûn, Xwedênena û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjiya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebûye û heye jî.
Temaşa bikin, binêrin gelek zilamên we yên mezin, ji Smaîl Axayê Şikak bigire hetanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din xapandin, aram