Mîr Celadet Alî Bedirxan 131 sal berê îro di 26ê Nîsana 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê.
Bilûra min a şîrîn
Tu di sariya sibehê
Û hingura êvarê de
Hevalê bêhevalan,
Destbrayê şivan û dilketiyan î
Dengê te
Hêstirên dilên xemgîran,
Silava ji hev-veqetiyan,
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne bîra min
Bilûra min tu î,
Xemrevîna terkeserên dinyayê!
...
Celadet Alî Bedirxan