Lê belê
Heger ez li hember vî dilî lewaz bimînim
Bibim êxsîrê giyanê xwe
Di zîndana neçariyê de bifetisim
Û ev dil te ji bîr bike
Di meydana tunebûna xwe de
Bejna xwe ji min re bikê sêdar
Ez ê xwe bi herdû keziyên te darve bikim Dîlya.
Welat xerib ✒️
Welat Xerib