Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşiyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkariyeke folklorîk e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşiyan bi berfirehî şerh kirine. Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret , herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş. Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên Kurdan li wan gotinên pêşiyan nihêriye û ew nirxandine .
Hune bi vê pirtûkê, bikevin alema nepen û efsûnî ya gotinên pêşiyan. Her yek ji wan gotinan di xwe de şopa bi sedan salan dihewîne. Gava hûn vê pirtûkê bixwînin, hûnê bibînin ku ji pênûsa Mela Husnî deng û awazên hîkemî tê guhê we û dilopên îrfanî diniqute dilê we. LalezarMela Husnî Hezîn
Nebêje ez weha mêr im weka piling mîna şêr im
Ji ber min qe xilas nabe xezal be ji tu nêçîrek
Weka te pir kesan gotin weha weha weha me ez
Berad dan xwe di holê da dûvra mirin bi tûj tîrek