Edeb taca zêrîn a yapûtîn e
Li ser serê eqilmendan dimîne
Edeb nûr e, huzur e, dilxweşî ye
Weka nêrgiz û gul û yasemin e
Mirovan ra mîna edebe tiştek
Hêja û dilber û bedew tunîne
Kesê taca edebê serserî be
Bi her kesî fena hingiv şîrîne
Dilo rabe dilo rabe, te ra ev xewa kûr nabe
Bibe zana bibe zana, zanîn zêr e xiraw nabe
Heya kanî digel gelê xwe be hey hey heyatê de
Mirovê xerîbê bê dox di tu şûnê wêra nabe
Hey Dilbirînê tîr û rim û xencerê yaran
Der badî ye û gaz û newalan nebe nalan
Lewra ku sefa tête çinîn tev li cefayê
Ma kes digirit sorgulê bê xarê nihalan
Mela Husnî Hezîn