Xanî, di Mem û Zîn a xwe da jî, dîtin û bîr û bawerîya xwe ya
derhaqqê mexlûqê ewwel û 'eqlê ewwel da, -wek wehdetîlwûcûdîyan-
teswîr û teqrîr dike û wiha dıbêje:
Herçî wekûbû ne bê reqem bû,
Lew ewwelê Ma xeleq qelem bû.
Ev ewwel û rûh û 'Eqlê ewwel,
Hersîne bi ewwelî mûewwel.
Emma, meke wan ji hev Tû tefrîq,
Ev renge ewan bigêre tewfîq.
Bê: şey' ekî wahîd in bi carek,
Te'dad û te'eddûd, î'tîbarek.