Feleka xayîn
ji xelkê ra şîr û mast
ji me re êş û jan
xem û kul didoşe.
ka bêje
ey feleka xayin
qelenê te çend qurîş e?
ger xwin bixwazî
va ye ez
serê xwe datînim
li ber xencerê
pêşî min bikuje!
Niha har û din im
Ji bo evina te
Ey welatê nav li min kirî
Necar, hedad
Hostayê min
Ne tenê te Ji dar û beristan
Mar û moristan
ji Derd û belayên te ji
Hez dikim.
Heta min ji te hez ne kir
xortekî kerr
Lal
û Kor bûm
Heta min ji te hez ne kir
Tucar nediguherî demsal
Daran xwe ne dixemilan
Bi pelg û kulîlk
Roj ne dibişirî û
Germ nedikir Bajar,
kolan û zevî
Jiyan wiha têrtam û
Ne xwedîwate bû.