kengê em bêne ba hev rû bi rû
çavên te min dibin deryayên bê ser û binî agirek dojehî berdide hinava min
lêvên ji şekirê quloqulo û sorsorkî
çivîka tolaz a hestan difire ji ser dil
û dest û lingên min xar û vaçî dibin.
Nizanim çima?
roj bihûrîn, demsal sal
ne bira ne birazî ma ne mam ne jî xal
rû qermiçî, guh sist bû bû me kal
bi serneketim; ne welat bû azad ne bûm xwedî dost û yar!
Piştî deh salan
-nepirsin çima?
bû me mêvan
bajarê zaroktiya min lê bihûrî tîrmeh
giya nehiştîbû tevde hişk
quling daketî bûn lûtkeyên zinaran ji germa bajar dinav bahoz û toz
bajar qalik digûherand
û tu dibêjî qey
ne baran û berf
dirav barîbû bi salan.