Hemîd

Hemîd
@Hemid_berazi
Pîr û kal
Nizanim ezê çawa dest bi gotinê bikim lê divê ji serîyekî destpê bikim! Ev çendî di devê mirovan de ev peyv heye , xêr û bereket nemaye ! Gelo hew xêr û bereket nemaye an mirovahî jî nemaye ? Dihê bîra min dema zarok bûm ez û dîya xwe û bavê xwe em diçûn gund ku em derdiketin kolanan pîrên gund cil û bergê wan ne wekî ê me bûn wekî çarîya dîya min li serê wan bû û li ser jî dismal girêdayî bûn digotun kofî û pêşmal li ber wan hebûn . Carna ku em di ber wan re derbasdibûn ji pêşmala xwe carna mewîj ji nav pêşmala xwe derdixistin û didan me em pir kêfxweş dibûn . Pîrên an kal ên berê pir ji zarokan hezdikirin , hezkirinek ji dil . Peyva serê zimanê wan xalo heyran apo qurban bû . Belê ev jî hebû pir qedr û qiymetê wan jî hebû lê niha wan dixin odeyekê nan û avê wan dikin û dibêjin bila dengê we dernekeve bila em we nebînin ku ji xetê şaş dibin berê wan didin HUZUREVÎ ‘ ya ( qaşo malên aramî ji bo kal û pîran ) aha ez dixwazim vê bêjim ew mewîjên kû dixistin destê zarokan berket ew bû hezkirin bû rêz girtin bû mirovahî bû danek ji dilê sedqane bû ! Vê sibê wisa hate bîra min zaroktîya min min jî berîka xwe tijî şekirê îdê kir û min berê xwe da nava gund û kîjan zarokê ku di ber min re derbas bû min şekirek xist destê wan û de ka werin em dilê zarokan û kal û pîran xweş bikin da kû xêr û berketa me li me vegerin ☺️
Hemîd
Mixabin, dem tê guhêrtin.
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
play.google.com/store/apps/deta... Heft Reng niha li ser play Storeê ye hûn dikarin sepanê daxinîn Heft Reng artık play Store uygulamayı indirebilir misiniz.
Kurdî
Hemîd
Bi xêr be...
Sîlav ji bo her kesî :)
Puan vermedi·256 syf.··
2026 95. kitabı
·
27 günde okudu
·
Okunma: 16 Mayıs 2026 19:31
Min xwest ez vê nirxandinê bi zimanê xwe, anku bi Kurdî binivîsim; ji ber ku ev yek ji bo min çavkaniyeke mezin a şanaziyê ye. "Waris"... Ev nav wê her dem di hişê min de bimîne. Ew jineke pîr têkoşer e ku ji nava çolê derket, jiyaneke butunî cuda ji xwe re ava kîr û tu carî teslim nebû. Ew ne tenê xwe xilas kîr; di heman demê de bû dengê jinên din û keçên piçûk, û ji vê neheqiya hov re got "raweste". Piştî ku xwe xilas kîr, dor hatibû wan keçikên piçûk û bêparastin. Li pêşberî me çîrokeke jiyanê ya rastîn û hejîner heye. Aliyê herî xemgîn jî ev e ku ev tiştên hatine vebêjan butunî rast in û hîn jî bi hezaran keçên piçûk dibin qurbana adab û rûberên weha zordar û bêrehm... Waris, ji jiyana çolê ya bi serê xwe û sade derdikeve û xwe di nava cîhana qelebalîg, xerîb û zalim a bajêr de dibîne. Lê ruhê wê yê têkoşer û biryardariya wê, dihêle ku ew çîroka xwe ji nû ve binivîsîne. Li her welatî, li her derê cîhanê bi hezaran jin hene ku rastî zordarî û zilmên weha tên. Dema ku min pirtûk dixwend, min her dem ev pirs ji xwe kîr: "Çıma? Çıma her dem jin neçar in ku van hemû êşan bikişînin?"
1000Kitap
Çöl ÇiçeğiWaris Dirie · Bilge Kültür Sanat Yayınları · 201411,8bin okunma
Hemîd
Emê jî bixwînin vê pirtûkê, înşAllah...